Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio doh 22ê Hezîranê di hevpeyvînekê de ligel kenala Fox News ragihand: "Niha cîhan ji 24 saetên borî aramtir û ewletir e."
Rubio got: "Em naxwazin bi Îranê re bikevin şer, herwiha em amade ne bi wî welatî re danûstandinan bikin." Lê belê wî hişyarî da û got: "Eger Îran li hemberî êrîşên îro yên Amerîkayê yên li ser binkeyên wê yên etomî bertek nîşan bide, wê çaxê dê şaşiyeke herî mezin bike."
Rubio herwiha amaje bi wê yekê kir, Îran niha xwediyê hemû materyalên pêwîst ên ji bo çêkirina çeka etomî ye û tekez kir ku "welat xwediyê ewqas uranyumê ye ku dikare 9 heta 10 bombeyên etomî çêbike."
Trump: Niha dema aştiyê ye
Ber destê sibê îro Yekşemê, firokeyên şer ên Amerîkayê hersê binkeyên etomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê bombebaran kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşê de ragihandibû: "Me êrîşa xwe ya gelekî serkeftî ya li ser sê binkeyên etomî yên Îranê, ku Fordo, Netenz û Îsfehan bûn, bi dawî kir."
Trump herwiha gotibû: "Pîrozbahiyê li şervanên me yên mezin ên Amerîkî dikim. Ti artêşeke din li cîhanê tune ye ku bikaribe vê yekê bike. Niha dema aştiyê ye."