Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Kopenhagena paytexta Danîmarkayê bi partî, rêxistin,siyasetmedar û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanrê re civînek pêk anî.
Li gorî daxuyaniya PWKyê, di civînê de li ser pêwistîya yekrêzî, yekîtî, hevkariya partî, rêxistin, rewşenbîr û siyasetmedar re gotûbêj hatin kirin.
PWKyê da zanîn ku ew li ser rewş û rûdanên herêmê û Kurdistanê rawestiyane.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên beşdarî civînê bûne li ser rewş û siyaseta dewletên emperyal, bûyer, armanc, nakokî, şer û pevçûnên nava wan dewletan û dewletên herêmê, pêvajoya li Tirkiyeyê jî rawestiyan.
Berpirsên PDK, PDKÎ, HAK-PAR, PSK, PYDKS-El Wehde, PDK-B, Komela Destek, Komela Kultûrî ya Kurdên Rojava, Komkar, Komkar Kopenhagen, Însiyatîfa Kurd li Danîmarkayê, siyasetmedar û rewşenbîrên ji çar perçeyên Kurdistanê beşdarî civînê bûn.
Nûnerên PWKyê Nezîr Akad, Zinar Soran, Mîrza Akar û hinek endamên Danîmarkayê jî beşdarî vê civîne bûn.