New York Times: Komên çekdar plan dikin êrîşî bingehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê bikin

Rojnameya New York Timesê eşkere kiriye ku, piştî êrîşa Amerîkayê ya li ser bingehên atomî yên Îranê li roja 22ê vê mehê, komên çekdar ên nêzîkî Îranê dixwazin êrîşî bingehên leşkerî yên Amerîkayê bikin û bi taybetî jî li Sûriye û Iraqê.

23.06.2025, Pts - 10:52

New York Times: Komên çekdar plan dikin êrîşî bingehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê bikin
Nuçe Belav bike

Rojnameya New York Timesê ji zarê berpirsên Amerîkayê ve parve kiriye ku, komên çekdar ên alîgirên Îranê amadekariyan dikin ku êrîşî bingehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê bikin.

Wê rojnameyê her ji zarê berpirsên Amerîkayî eşkere kiriye ku, ew kom, di nav de jî Ketayîb Hizbulah û Bereyê Miqawemeyê li Iraqê, operasyon plan kirine da ku bi mûşek û dronan êrîşî ser bingehên Amerîkayê li Iraqê bikin.

Li gorî nûçeyeke Washington Postê, bingeha Amerîkayê ya li Eyn Esedê li Enbarê wekî yek ji cihên herî lawaz tê hesibandin, tevî bingehên wê li Qeter, Behreyn, Kuweyt, Îmarat û dibe ku li Sûriyeyê jî.

Ev pêngav wekî bersiva êrîşên vê dawiyê yên Amerîkayê tê ku bingehên atomî yên Îranê kirin armanc, û ev yek jî bûye sedem ku rayedarên Waşintonê li herêmê hişyariyê zêde bikin û dibe ku wekî rêgiriyekê êrîşeke dijber bidin destpêkirin.

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 59 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:56:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x