Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adrae jî daxuyand ku jetên şer li Kirmaşanê êrişî baregehên leşkerî yên Îranê dikin.
Medyaya Îranê ragihandibû ku şeva borî Kirmanşanê teqîneke mezin çêbûye.
Şerê Îran û Îsraîlê ji berê sibeha 13ê Hezîranê ve bi hemû gurbûna xwe didome.
Amerîkayê jî berê sibeha şemiya borî bi balafirên B-2 êrişî tesîsên nukleer ên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê kir.
Berpirsên Îsraîlê diyar kir ku di êrişên Îranê de heta vêga herî kêm 25 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê jî daxuyand ku di êrişên Îsraîlê de bi kêmanî 430 kes hatine kuştin û zêdetirî 3 hezar û 500 kesî jî birîndar bûne.