Li gorî zanyariyên xwecihî, li bakurê Helebê liv û tevgereke serbazî dest pê kiriye û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ketine nav tevgereke leşkerî.
Karwaneke çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, ji bajarokê Ezazê ve ber bi bajarokê Til Rifetê ve ketine nav tevgereke leşkerî.
Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku ew hêza grûpên çekdar berê xwe dane bajarokê Til Rifetê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokraîtk (HSD) de ye, herwiha ji sala 2019an ve hêzên Rûsya û artêşa Sûriyê jî li wê herêmê hene.
Di wan demên dawî de Tirkiye gefên xwe li dijî navçeyên di bin Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de zêde kirine û herî dawî Serokkomarê Tirkiyê Erdogan doh Pêncşembê li bajarê Îzmîrê got, ew di mijara pêkanîna operasyoneke nû de li bakurê Sûriyê rijd in û destnîşan kir, hevalvendên Tirkiyê divê ji fikarên Enqerê têbigihin.
Pêştir Erdogan cihê ku ew dixwazin operasyoneke nû lê pêk bînin aşkere kiribû û Til Rifet û Minbic wek adres nîşan dabû.
Tirkiye hewl dide Amerîka û Rûsyayê razî bike daku êrîşeke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê dest pê bike, lê di daxuyaniyên berpirsên Waşington û Moskowê de wiha xuya dike ku heta niha ew li dijî pêngaveke wisa ya Tirkiyê ne.
Piştî gefên Tirkiyê, komên çekdar ên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve li Efrîn, Ezaz û El-Babê di çend rojên bihorî de dest bi rahênan û tetbîqatên leşkerî kiribûn.
Li aliyekî din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihandiye ku ew gefên Tirkiyê ciddî dibînin û ji bo her egerekê amadekariyên xwe dikin.
Fermandariya Giştî ya HSDê jî roja 7ê Hezîranê bi amadebûna fermandarên meclisan û grupên leşkerî û bi serpreştiya Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Ebdî (Kobanî) têkildarî egera êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê civîneke awarte lidarxistibû.
Piştî wê civînê, Fermandariya Giştî ya HSDê ragihand, di gera her êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, ew dê ji bo rûbirûbûna Tirkiyê bi hêzên Sûriyê re bikevin nav kordînasyon û hevkariyê.