Li Qamişlo ENKS baregehekî xwe vekir

Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKS) baregeha xwe vekir, piştî ku ji aliyê asayişa PYD ji roja 15ê Adara borî ve hatibûne daxistin.

18.04.2017, Sal - 06:17

Li Qamişlo ENKS baregehekî xwe vekir
Nuçe Belav bike

Endamekî ji xwecihiya rojhilata Qamişlo ji malpera Yekîtî Media re ragihand, ku vekirina baregehê bi beşdariya hin endamên emîndariya giştî ya ENKSê hat lidarxistin, dora demijmêr 4:30 piştî nîvro, ligor biryara ENKSê wê hemû baregehên xwecihî di demeke nêzîk bên vekirin.

Berî niha Endamê Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê Ridwan Sîdo ji K24ê re tekez kirbû ku, Rêveberiya Xweser ne destladareke rewa ye, ji ber wilo biryarên wê jî ne rewa ne

Di 14 meha Adara 2017an de hêzên Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) hişyariyek ji raya giştî re belav kiribû bi girtina çi nevîsîngeheke ku destûra kar ji Rêveberiya Xweser wernegirtibe û di heyama 24 demjimêran de biryara navbûrî kete warê cîbicîkirinê û di encamê de nêzî 50 nivîsgehên bi ser ENKSê ve hatin girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1663 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:40:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x