Li Sûriyê di encama ketina helîkopterê de 22 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand, di encama ketina helîkopterekê li bakurê rojhilatê Sûriyê de, 22 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

13.06.2023, Sal - 06:45

Li Sûriyê di encama ketina helîkopterê de 22 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, roja 11ê Hezîrana 2023an helîkopterek li bakurê rojhilatê Sûriyê keta xwarê, di encamê de 22 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, 10 ji birîndaran ji bo navenda çavdêriyê ya li derveyî qada berpirsyariyê ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê hatine veguhastin.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî got: “Lêkolîn li ser sedema bûyerê tê kirin, her çend e ti êrîşeke dijminahî nehatiye kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:28:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x