Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dengê teqînê hat bihîstin

Li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku taxeke Kurdî ye û di kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye û ji aliyê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ve tê birêvebirin, otomobîlek teqiya.

24.02.2023, Cum - 14:50

Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dengê teqînê hat bihîstin
Nuçe Belav bike

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk belav kirine, îro Înê 24ê Sibatê beriya çend kêliyan li herêma Şiqeyêf a li bakurê Taxa Şêx Meqsûd a Helebê otomobîlek teqiyaye.

Hêj sedema teqînê û hûrgiliyên derbarê bûyerê de nayê zanîn.

Her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku taxên Kurdî ne, di kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne, lê ew demeke dirêj e di bin dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê de ne, ji ber ku bajarê Helebê ji sala 2019an ve di destê hêzên hikûemta Şamê de ye.

Rêveberiya Xweser heta niha li ser bûyerê ti daxuyanî nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 485 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:21:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x