Rayedarên Fransayê piştgiriya xwe ji bo Kurdan eşkere dikin, lê tevî wê jî serkirdên MSDê metirsîdar in ku Tirkiyê gefên xwe bicî bîne. Hin şîrovekar jî dibînin ku pêwîst e Kurd hişyar bin.
Piştî civîneke girtî, hejmarek ji şêwirmendên Serokê Fransayê ji hevserokên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re tekez kirine ku ewê piştgiriya wan li Sûriyê bikin. Helwesta fermî ya Frensa piştî biryara kişandina hêzên Amerîkî ji bakurê Sûriyê tê û bi vê yekê piştrastinek di nava civaka Kurdî de peyda bû, lê serkirdên MSDê tekez dikin ku helwest dê armancên Tirkiyê di Sûriyê de ranewestîne. Didin zanîn jî, ewê di tevgera diplomasî de berdewm bin û asoyên çareseriyê li pêş xwe dê verkirî bihêlin.
Cîgira Hevserokatiya MSDê Emîne Omer ji K24ê re got: “Nameya Fransiyan baş e, lê ew nikarin van gefan rawestînin, ji ber ku heta ev gef bêne rawestandin, divê biryareke navdewletî derkeve, ew biryar jî firînê li herêmên me qedexe bike, heta karibin ku Tirkiye nema dikare zêdegaviyan û gefê xwe berdewam bike.”
Bêhtir ji hezar leşkerên Fransî di 2 bargehan de li bakurê Sûriyê bicî dibin û tevî rayedarên wê piştgiriya xwe ji Kurdan re tekez kirine, lê awayê vê alîkariyê zelal nekirine.
Hin şopîner dibînin ku helwesta Fransayê dê dema pêkanîna şerekî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dereng bixe, lê dê metirsî berdewam bin ji ber ku Fransa dê nikaribe bi rola hêzên Amerîkî di Sûriyê de rabe, herwiha amaje bi wê yekê jî dikin ku ji her demê bêhtir pêwîst e aliyên Kurdî di nava civaka navdewletî de kar bikin.
Sîrovekarê siyasî Mihemed Silêman ji K24ê re got: “Her dem raya giştî û siyastvanên Fransayê piştgîriya Kurdan dikin, lê gelek zehmet e ku li cihê Amerîka bibin alternative. Îro Ewropa nikare ji Amerîka re bibe alternatîv, her dema Macron got emê artêşeke Ewropî çê bikin, lê gelek zehmet e, ne hêza yan ya aborî ne geugrafiya wan, nikar in vî tiştî bikin, ewê demekê alîkariya me bikin. Tenê ala Amerîkî û sed leşkerên Amerîkî hebin, kes newêre nêzîkî Rojava bibe.”
Kişandina hêzên Amerîkî ji bakurê Sûriyê rewşeke tevlîhev di nava siyasetmedar û civaka Kurdî de peyda kir, nemaze ku ev kişandin di dema gefxwarinên Tirkiyê de hate ragihandin, lê piştî helwestên piştgiriyê ji Fransayê hin çavdêr dibînin ku ev helwest dê gefên Tirkiyê rawestîne, û hin din dibînin tu misogeriya van helwestan tune ye loma pêwîst e aliyên siyasî awayên nû ji çareseriyê bibînin.