NATO perwerdeya leşkerî dide Pêşmergeyên Rojava

Endamekî ENKSê dibêje, roj bi roj hejmara Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê zêde dibe û NATO perwerdeya leşkerî dide wan.

22.02.2017, Çar - 10:22

NATO perwerdeya leşkerî dide Pêşmergeyên Rojava
Nuçe Belav bike

Endamê ENKSê Kawa Azîzî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, roj bi roj hejmara Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê zêde dibe û NATO perwerdeya leşkerî dide wan, ji ber ku civaka navdewletî îtîrafê bi vê hêzê dike.

Kawa Azîzî her wiha gotiye, hewl heye ji bo vegera wê hêzê bo Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku ew xelkê Rojava ne û ji bo Rojava jî hatine avakirin, lewma pêwîst e zû vegerin bo parastina warê xwe û dê vegera wan jî li ser daxwaza Amerîka û civaka navdewletî be, ji ber ku vegera wan tê wateya hebûna Rojavayê Kurdistanê û mana wan jî li Başûrê Kurdistanê tê wateya nemana Rojavayê Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1026 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:33:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x