Rêveberiya Xweser: Me pêşwazî li li pêleke nû ya koçberên navxwe yên Sûriyê kir

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan pêşwazî li pêleke nû ya koçberên navxwe yên Sûriyê kiriye.

20.12.2022, Sal - 06:41

Rêveberiya Xweser: Me pêşwazî li li pêleke nû ya koçberên navxwe yên Sûriyê kir
Nuçe Belav bike

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meryem Ibrahîm ragihand ku wan pêşwazî li pêleke nû ya koçberên navçeyên navxwe ya Sûriyê, yên jêr destê hikûmeta Şamê kiriye.

Meryem Ibrahîm dibêje: “Ev yek ne tiştekî nû ye, lê belê di dema dawî de zêde bûye. Li nav kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, piraniya koçberan ji xelkên navçeya hikûmeta Şamê ne, berê xwe didin navçeyên Rêveberiya Xweser.”

Li gorî zanyariyan, di dema dawî de, krîzên kar, nan û sotemeniyê li navçeyên hikûmeta Sûriyê zêde bûne, bi awayekî ku karê firne û fermangehan rawestiyane û debara jiyanê gelekî zehmet bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 436 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:23:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x