Şehîdên Cindirêsê bi meşeke bêdeng û hilgirtina agirê Newrozê hatin bibîranîn

Şehîdên êvara Newrozê yên bajarokê Cindirêsê yê li herêma Efrînê, bi vêxistina agirê Newrozê hatine bibîranîn.

21.03.2024, Per - 14:40

Şehîdên Cindirêsê bi meşeke bêdeng û hilgirtina agirê Newrozê hatin bibîranîn
Nuçe Belav bike

20ê Adara sala borî li bajarokê Cindirêsê, ji ber vê xistina agirê Newrozê, grûpeke ser bi koma Ceyş El-Şerqiyê ve bi çekan êrîşî malbata Pêşmerg kir û 4 kes ji wê malbatê şehîd kirin.

Şehîdkkirina her çar welatiyên Kurd, Ferhedîn Osman (43 salî), Mihemed Osman (42 salî), Nezmî Mihemed Osman (38 salî) û Mihemed Ferhedîn Osman (18 salî), li navxweya Efrînê û welatên derve rastî karvedanên tund hatin û xwepêşandanên nerazîbûnê yên berfireh hatin kirin.

Çalakvanên bajarokê Cindirêsê ji bo bîranîna şehîdên agirê Newrozê, duhî danê êvarê bi meşeke bêdeng û rakirina xetîrên agir ber bi mala şehîdên malbata Pêşmerg meşiyan.

Herwiha welatiyên Kurd ligund û navçeyên cuda yên Efrînê wek (Mabata, Şera, Şiyê, Basûtê, Kefer Delê, Behdîna û Meydankî agirê Newrozê vêxistin û bi ala Kurdistanê, sirûda Ey Reqîb û sirûdên netewî Newroz pîroz kirin.

Herêma Efrînê ku ev bûye 6 sal di bin agirê dagîrkirina ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ye, gelek tawanên kuştin, revandina welatiyan, dizî û talanê tê, duhî bi awayekî balkêş agirê Newrozê li piraniya gund û navçeyên wê ve hat vêxistin û xort û keçan siloganên wek “Bijî Newroz, Semola Azadiyê” avêtin.

Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:12:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x