Senatorê Amerîkî McCain berî Enqerê serdana Kobaniyê kir

Rojnameya The Wall Street Journal di nûçeyeke xwe de got ku Senatorê Komarîparêz John McCain serdaneke bi dizî li bakurê Sûriyê bajarê Kobaniyê kiriye. Rojnameyê ev îdiaya xwe spart rayedarên Amerîkî.

23.02.2017, Per - 06:39

Senatorê Amerîkî McCain berî Enqerê serdana Kobaniyê kir
Nuçe Belav bike

Li gor îdiaya rojnameyê senator John McCain hefteya borî serdana li bakurê Sûriyê serdana bajarê Kobaniyê kiriye û li wir bi rayedarên leşkerî yên Amerîkî, grubên Kurdan re li ser operasyona Reqqayê hevdîtin pêk anîne.

Li gor nûçeya ku rojname dispêre rayedarên Amerîkî, ev serdana nepêşbînîkirî bi alîkariya artêşa Amerîkayê û li demeke ku tîma Trump amadekariyê ji bo stratejiya nû ya paqijkirina DAIŞê dike de pêk hatiye.

Hat ragihandin ku McCain piştî serdana Kobaniyê derbasî Tirkiyê bûye û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:30:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x