Serok Barzanî û Helbûsî: Hin kes dixwazin vê atmosfêra erênî têk bibin

Êvara îro Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî tevî şandekê gihîşt Hewlêrê û li gel Serok Mesûd Barzanî civiya.

23.04.2019, Sal - 06:39

Serok Barzanî û Helbûsî: Hin kes dixwazin vê atmosfêra erênî têk bibin
Nuçe Belav bike

Mihemed Helbûsî li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr Vala Ferîd ve hate pêşwazîkirin. Di merasîma pêşwaziyê de, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad û Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî jî amade bûn.

Piştre Mihemed Helbûsî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin û herdu alî bi hev re civiyan.

Li gor daxuyaniya ofîsa Barzanî, di civînê de Serok Barzanî û Mihemed Helbûsî di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê, pêşhatên herî dawî yên siyasî û pêngavên ji bo temamkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di civînê de Barzanî û Helbûsî behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çêbûna wê “atmosfêra erênî” ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, ku piştî hilbijartinên Iraqê çê bûye, kirine û tekezî li ser wê yekê jî kirine ku “pêwîst e rêgirî li wan dengan bê kirin ku dixwazin vê rewşa erênî têk bibin, çimku başbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê dibe sedema seqamgîrî û vejandinê li hemû Iraqê.”

Rewşa parêzgeha Neynewa (Mûsil) û debera xelkê vê parêzgeha Iraqê û rêvebirina bajarê Mûsilê mijareke din a civîna navbera Barzanî û Helbûsî bûye. Li gor daxuyaniya ofîsa Barzanî, herdu aliyan tekezî li ser berfirehkirina hewlan ji bo vegerandina xizmetguzariyan, seqamgîrî, aramî û asûdeyiyê bo welatiyên parêzgeha Mûsilê kirin û tekez kirin ku “pêwîst e xelk û pêkhateyên parêzgeha Neynewayê di rêvebirina vê parêzgehê de beşdar bibin.”

Di civînê de, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, Sekretrê Polîtboruta PDKê Fazil Mîranî û endamên Polîtboruya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawêys û Hûşyar Zêbarî di civîna navbera serok Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê de amade bûn.

Ji dema wergirtina posta Serokatiya Parlamentoya Iraqêl ve, ev cara duyem e ku Mihemed Helbûsî serdana Herêma Kurdistanê dike.

Roja 22ê Îlona 2018an, Mihemed Helbûsî serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 878 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:18:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x