Topxaneya Artêşa Tirkiyê 4 gundên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê yên di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de topbaran kirin
Topxaneya Artêşa Tirkiyê 4 gundên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê yên di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de topbaran kirin. Ji ber topbaranê zirar gihişt mal û otomobîlên welatiyan.
Li gor çavkaniyên xwecihî, topxaneya artêşa Tirkiyê şeva Çarşembê 25ê Gulanê çar gundên Bênê, Ziyaretê, Xirêbkê û Aqîbê li nahyeya Şêrawa ya Efrînê bi tundî topbaran kirine.
Di encama topbaranê de, ziyanên mezin gihiştine mal û otomobîlên nişteciyên wan gundan, lê heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî de nehatine belavkirin.
Li herdu herêmên Minbic û Til Temirê jî, hêzên Tirkiyê çend deverên di bin destê HSDê de topbaran kirin.
Ew demek e êrîş û topbaranên Tirkiyê bo ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê zêdetir bûne. Zêdebûna êrîşan di demekê de ye ku Serokkomarê Tirkiyê gefa destpêkirina operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê xwariye.
Ji Adara 2018an ve herêma Efrînê di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Enqerê de ye.
Li tevaya Efrînê tenê 12 gundên nahyeyên Şera û Şêrawa ya Efrînê di kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de mane.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê destpê kirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû û piştî nêzî du mehan şer bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ji aliyê Tirkiyê ve hat dagîrkirin.
Ji ber êrîşa Tirkiyê û ketina herêmê, bi sed hezaran Kurd mal û warên xwe li Efrînê bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê. Herwiha ji dema ketina Efrînê ve û heta niha binpêkirinên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.