Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan-Sûriye: Piştgiriya perwerdeyî ya UNICEFê lawaz bûye

Yekîtiya mamosteyên Kurdistan-Sûriya ragihand, projeya tevlîkirina perwerdeyî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û UNICEFê ve kêm e û bi hûrî li ser encamên wê nehatiye rawestandin.

19.07.2022, Sal - 07:25

Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan-Sûriye: Piştgiriya perwerdeyî ya UNICEFê lawaz bûye
Nuçe Belav bike

Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan Sûriya di daxuyaniyekê de derbarê projeya tevlîkirina xwendekarên penaberên Rojavayê Kurdistanê bo nava proseya perwerdeya Herêma Kurdistanê bi karekî kêm û ne dadperwerane bi nav dike û dibêje, ew proje bi awayekî kûr û hûr li ser nehatiye rawestandin û siberoja xwendekaran li ber çavan negirtiye. Ji ber ku heya niha Kurdên Rojava li Herêma Kurdistanê penaxwaz in û nebûne penaber.

Yekîtiya Mamosteyan destnîşan dike ku heya niha Kurdên Rojava li Herêma Kurdistanê penaxwaz in û nebûne penaber dibêje, tevlîkirina nava civakê di demekê de dibe ku kesek penaber be ne ku penaxwaz, ji ber vê yekê ev rêkareke kêm e û dê pirsgirêkên penaxwazan zêde bike. Li şûna ku NY hewl bide wan weke penaber bide naskirin ji bo mafên wan, hewil dide bi awayekî şeklî wan tevlî civakê bike bê ti bingeheke yasayî.

Ew yekîtiya mamosteyan herwiha dide zanîn ku sistama li Herêma Kurdistan û Ewropayê gelek cuda ye û dibêje: “Li Ewropayê mafê penaberiyê û niştecîbûna dayimî tê wergirtin û nasname tên dayîn û mafê welatîbûnê hene, lê li Herêma Kurdistanê rewş cuda ye.”

Li gor heman daxuyaniyê, rêbaza ku tê xwendin ya Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê ye û bi zimanê Kurdî ye, rewşa Kurdên Sûriyê jî li vir nediyar e û siberoja wan ne diyar e ji ber ku Iraq nasnameyê nade, herweha ji ber ku Sûriyê heya niha Itiraf bi zimanê Kurdî nekiriye, projeyeke weha divê encam û siberoja wê bihê berçavgirtin, yan jî NY û UNICEF li ser hikûmeta Sûriyê ferz bikin ku itirafê bi zimanê Kurdî bike.

Yekîtiya Mamosteyan dipirse, çima weha lez kirine dema ku tenê guhertina zimanê rêbazê ye, ne tevlîkirina wî xelkî di nav civakê de ye.

Li gor heman daxuyaniyê, rêbaza ku heye ji bo penaxwaza baş e û ser bi Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê ye û eger rojekê vegeriyan Sûriyê, dê pirsgirêk di warê ziman de ji wan re çênebin, eger armanc zimanê Kurdî ye, bila korsekê zêde bikin, lê ne rêbaz bi temamî bo zimanekî din biguherin û ev yek dê bandorekê li ser xwendevanan bike.

Yekîtiya Mamosteyan dipirse, ew nizanin herdû rêkxsitinan nerîna kîjan serperiştyarên xwendekaran wergirtine ku dibêje, wan nerîna piraniya wan wergirtiye û dibînin ku tevlîkirin karekî baş e, eger ev pêşniyar ji bo avakirina projeyekê ye û dixwazin piştevaniya wê bikin ev mijareke din e eger na, ev bazirganîkirina bi çarenivîsa penaxwazan e û li şûna ku barê wan sivik bikin, girantir dikin.

Li gor heman daxuyaniyê, vê yekê dê sê encamên wê xirab hebin:

1 - Handana koçkirina xelkê ji bo derve.

2 - Zêdebûna rêjeya revîn ji xwendinê.

3 - Nehiştin û rêgirtin li ber mamosteyên Rojavayê Kurdistanê ku xwendekarên Rojavayê Kurdistanê fêr bikin, di dema çend salan de, wê xwe li derveyî proseya perwerdeyê bibînin.

Yekîtiya Mamosteyan daxwza ji herdû rêkxistinan UN û UNICEFê dike ku bi biryara xwe de biçin û taybetmendiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li ber çavan bigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 434 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x