Egera êrişê heye: Matthew Miller hişyarî da Îraqê!

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku hêzên wan li ser daxwaza Îraqê li wir in û lewma divê Îraq lêpirsînê li grûpên çekdar ên ku metirsî ne bike.

03.10.2024, Per - 10:14

Egera êrişê heye: Matthew Miller hişyarî da Îraqê!
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re ragihand:

“Em ji grûpên ku li herêmê û Îraqê hene bifikar in ku ji aliyê Îranê ve tên kontrolkirin û piştgirîkirin.

Ew grûpên nêzîkî Îranê di bêîstiqrariya Îraqê de roleke mezin dilîzin.”

Miller da zanîn ku eger heye grûpên çekdar êrişî hêzên Amerîkayê bikin û wiha got:

“Divê ti grûp li herêmê vê rewşê ji bo hedefgirtina berjewendiyên Amerîkayê bi kar neyîne û em dê berjewendiyên xwe biparêzin.

Her wiha hêzên li Îraqê li ser vexwendina Hikûmeta Îraqê li wir in, lewma divê hikûmet berpirsyariya sereke ya kontrolkirina grûpên ku bixwazin van tiştan bikin, bigire ser milê xwe.”

Piştî ku alozî û şerê di navbera Îran û Îsraîlê de gur bûn metirsî heye ku hêzên nêzîkî Îranê yên li Îraqê êrişî hêzên Amerîkayê bikin.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 147 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:06:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x