Pentagon radighîne wan daxwaz ji Tirkiyê kiriye xwe ji kuştina welatiyên sivîl dûr bikin.
Peyvdara wezareta derve a Amarîka Dana White di derbarê êrîşa Tirkiyê ser Efrînê ragihand, ew bi berdewamî digel Tirkiyê li ser xetê ne da ku rewşê aram bikin û eşkere kir ku, wan daxwaz ji Tirkiyê kirin e xwe ji kuştina xelkê sivîl di Operasyona Efrînê de dûr bikin.
Herweha Peyvdara wezareta derve ya Amerîka ragehand, ew Tirkiyê wek hevpeymanek xwe yê giring dibînin û hevrêziya digel Enqere di şerê li dijî terorê de berdewam bibe.