Şandeka Herêma Kurdistanê li Kongirêsê Amerîkayê ye

Şandeka Herêma Kurdistanê bi endamên Kongirêsê Amerîkayê re danûstandinan li ser pirsa dawî pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan dike.

07.02.2024, Çar - 06:22

Şandeka Herêma Kurdistanê li Kongirêsê Amerîkayê ye
Nuçe Belav bike

Doh (Sêşem, 6.2.2024) li Amerîkayê, Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê bi endamên Kongirêsê Amerîkayê re çend hevdîtin kirin û danûstandin li ser peywendiyên Amerîkayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirin, herwesa her du aliyan li ser dawî pêşhatên deverê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê bi endamên Kongirêsê Amerîkayê re danûstandin li ser piroseya dawî pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan û piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kirin, herwesa bal kêşa ser gefên terorê û metirsiyên DAIŞê li ser Îraq û deverê.

Wê malperê amaje jî daye, Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê dê di rojên bê de çend civînan bi berpirsên Amerîkayê re bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 202 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:26:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x