Ji Trump piştgiriyeke tam ji bo Endamê Kongreyê yê ku gotibû 'Ez Kurd im'

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştgiriya xwe ji bo Nûnerê Arizonayê Abe Hamadehê ku xwe wekî Kurd û Sûriyeyî pênase dike nîşan da.

17.06.2025, Sal - 12:38

Ji Trump piştgiriyeke tam ji bo Endamê Kongreyê yê ku gotibû 'Ez Kurd im'
Nuçe Belav bike

Trump ragihand ku ew piştgiriya ji nû ve hilbijartina Hamadeh dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî Truth Socialê de wiha got:

"Endamê Kongreyê Abe Hamadeh, nûnertiya herêma 8emîn a Arizonayê bi awayekî hêja dike.

Ew wekî Amerîkayekî welatparêz, leşker û dozgerekî berê, bi helwesta xwe ya ji bo bipêşxistina aboriyê, ewlehiya sînoran, arteşeke bihêz û guherîna destûrê û têkoşîna xwe ya li dijî tawanan kesekî cihê şanaziyê ye."

Trump da zanîn ku ew bi awayekî tam piştgiriyê dide ji nû ve hilbijartina Hamadeh û got, "Wî tu carî ez şermezar nekirim."

Hamadeh 20ê Gulana 2024an li Washingtonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Di hevdîtinê de Hamadeh gotibû, "Di malbata min de rehê Kurdî heye. Dapîra min Kurd e, dayika min jî Durzî ye."

Mesrûr Barzanî jî ji ber hilbijartina wî ya par Hamadeh pîroz kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û ji ber piştgiriya wî ya ji bo Herêma Kurdistanê jî spasiya wî kir.

Mesrûr Barzanî her wiha tekezî li ser girîngiya bipêşxistina pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:51:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x