Washington: Em şanaziyê dikin ku Amerîka piştevaniya Herêma Kurdistanê dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser Twitterê ragihand, ew şanaziyê bi pêwendiyên bi dehan salan ên navbera Hewlêr û Washingtonê dikin.

04.05.2023, Per - 05:42

Washington: Em şanaziyê dikin ku Amerîka piştevaniya Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Beşa Rojhilata Nêzîk a Wezareta Derve ya Amerîkayê di twîtekê de ragihand, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf, ligel Serok Mesûd Barzanî civiya û pîrozbahî li vekirina Muzexaneya Netewî ya Barzanî kir, ku biryar e di dawiya vê mehê de were vekirin.

Di twîtê de hat eşkerekirin: “Em şanaziyê dikin ku Amerîka bi dehan salan piştevaniya Herêma Kurdistana Iraqê û xelkê wê dike.”

Serok Mesûd Barzanî roja çarşemê 3ê Gulana 2023an li Selahedîn pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf kir.

Di hevdîtinê de ku Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks jî amade bûn, derbarê rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê danûstandina fikr û ramanan hat kirin û ronahî xistin ser pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 179 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:55:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x