Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser êrîşa Parîsê daxuyanî da

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin daxuyaniyek da.

24.12.2022, Cts - 08:14

Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser êrîşa Parîsê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Roja Înê li navenda Parîsê kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Şahidekî bûyerê diyar kir her sê kesên ku canê xwe ji dest dan Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, “Ez ji qurbaniyên êrîşa li ser navenda çanda Kurdî ya Parîsê re sersaxiyê dixwazim. Di vê roja xemgîn de dil û ramanên min bi civaka Kurd û gelê Fransa re ye.”

Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê Fransîyekî 69 salî ve hatiye kirin û ew hatiye desteserkirin.

Li gorî zanyariyên polîsan, êrîşkar welatiyê Fransayê ye û di Kompanya Rêhesinê ya Neteweyî ya Fransayê de wek şofêrê trênê malnîşîn bûye û wiha berdewam kir, “Ew li cihê bûyerê hat girtin û bi rayedaran re hevkariyê dike. Ew niha ji ber kuştin û tundûtûjiyê di bin lêpirsînê de ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:54:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x