Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku di saetên borî de Îranê 100 dron ber bi Îsraîlê ve avêtine û ew hewl didin wan bixin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser tora civakî ya Xê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got:
“Di çend saetên borî de Îranê zêdetirî 100 dron ber bi Îsraîlê ve şandine û hemû pergalên parastinê mijûlî xistina wan in.”
Welatiyên li deverên cuda yên başûr û rojhilatê Kurdistanê dîmenên dronan tomar kirin û ji Rudawê re şandin.
Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:1an bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Di êrişan de Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî û Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî hatine kuştin.
Her wiha di êrişan de Elî Şemxaniyê Şêwirmendê Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî jî bi dijwarî birîndar bûye.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ew beşdarî êrişê nebûne û got:
“Îsraîlê ev gav ji bo parastina xwe avêt.”
Rubio hişyarî da Îranê û anî ziman, “Divê berjewendî an jî karmendên Amerîkayê nekin armanc.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî ragihand ku sekreterê giştî êrişa Îsraîlê ya li Îranê şermezar dike û got:
“Ez ji êrişên Îsraîlê yên li navendên atomî yên Îranê dilgiran im ku dan û standin li ser bernameya atomî ya Îranê berdewam in.
Ez ji endamên Neteweyên Yekbûyî dixwazim ku pêbendê yasayên navneteweyî û biryarnameyên Neteweyên Yekbûyî bin.”