Tevî vegeriyana tenahiyê bo devera Swêdayê li başûrê Sûriyeyê, çend çavkaniyan ragehand ku, şevêdî (Yekşem, 04.05.2025) li sinorên gundên Sehle û Dareyê li Swêdayê şerên tund di navbera komên çekdar de çê bûn.
Wan çavkaniyan amaje jî da ku, wan komên Swêdayê bi gulehawinan bajarkê Dareyê kiriye armanc. Eşkere jî kir ku, bi doşk û hawinên giran şer di navbera komên çekdar de li gundên Swêdayê çê bûye.
Parêzgerê Swêdayê Mistefa Bekûr tekez jî kir ku, lihevkirinek di navbera desthilata fermî û şêxên Dirûzan de hatiye kirin û îro tê bicihanîn.
Mistefa Bekûr di daxuyaniyên xwe de ji bo Elerebiyeyê ragehand ku, polîs û karmendên berê yên ewlehiya navxwe li wê parêzgehê tevlî çi binpêkirinekê nebûne û ji parastina ewlehiya deverê berpirsyar dibin.
Â