Tê gotin ku Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) li Sûriye û Îraqê şaneyên xwe yên razayî ji nû ve çalak dike û planên êrişan amade dike.
Tê gotin ku Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) li Sûriye û Îraqê şaneyên xwe yên razayî ji nû ve çalak dike û planên êrişan amade dike.
Lê belê, tê diyarkirin ku bandora rêxistinê di vê qonaxê de sînordar e û gelek êriş hatine astengkirin.
Li gorî nûçeya Reutersê, berpirsên pilebilind ên Rojhilata Navîn û dîplomatên rojavayî dibêjin ku DAIŞ ji rewşa nearam a li her du welatan sûdê werdigire û hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike.
Li gorî çavkaniyan, rêxistin çekdarên xwe yên li Sûriye û Îraqê dixe tevgerê, armancên nû diyar dike, çekan belav dike û çalakiyên xwe yên propagandeyê leztir dike.
Lê belê, li gorî agahiyên ku hêzên ewlehiyê dane, van hewldanan heta niha tenê bandoreke sînordar çêkiriye.
Du nûnerên DAIŞê li Sûriyeyê hatin girtin
Di meha Kanûna Pêşîn a 2024an de, di dema ku rejîma Esed ber bi rûxînê ve diçû, hat tespîtkirin ku fermandarên DAIŞê li Reqayê civiya ne û du nûner şandine Îraqê. Lê belê ev her du kes "li bakurê Îraqê" (Herêma Kurdistanê) hatin girtin.
Rayedarên Îraqî ragihand ku li ser agahiyên ku van nûnerên girtî dane, wan gumanbarek ku plan dikir li bajarê Daqûqê di xwaringehekê de êrişeke xwekujî pêk bîne, bi rêya sînyalên telefona wî ya desta tespît kiriye û ew bêbandor kiriye.
Berpirsên parastinê yên Amerîkî û Berdevkê Derokwezîrtiya Îraqê destnîşan dikin ku piştî ketina keleha dawî ya DAIŞê di sala 2019an de, rêxistin bi awayekî mezin lawaz bûye û êdî nikare ti deverekê kontrol bike.
Fikara çekdarên biyanî û pirsgirêka girtîgehan
Berpirsên Ewropî û herêmî nîgeran in ku şervanên biyanî ji bo tevlî komên cîhadî bibin, berê xwe bidin Sûriyeyê.
Bi hezaran çekdarên DAIŞê yên ku li girtîgehên Sûriyeyê têne ragirtin, dikarin bibin sedema krîzeke din.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandibû ku li van girtîgehan hewldanên serhildanê çêbûne.
Serokê Amerîkayê Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, ji birêvebiriya Şamê daxwaz dikin ku berpirsyariya van girtîgehan bigire ser xwe.
Lê belê, hinek pispor dibêjin ku Sûriye ne xwedî kapasîteya hilgirtina vî barî ye.
"Şaneyên razayî ji nû ve çalak in"
Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn dike ku li Sûriye û Îraqê hîn di navbera 1500 û 3000 çekdarên DAIŞê de hene.
Lê belê, li gorî daneyên Koma Îstixbaratê ya SITE, qada herî çalak a rêxistinê Afrîka ye.
Li gorî birêvebera SITEyê Rita Katzê, kêmbûna hejmara êrişan li Sûriyeyê nayê wateya ku rêxistin lawaz bûye.
Katzê diyar kir ku ev yek dibe ku nîşana amadekariya stratejiyeke nû be.
Li gorî agahiyên ku sê berpirsên Sûriyeyî dane Reutersê, DAIŞê şaneyên xwe yên razayî ji nû ve xistine tevgerê û dest bi şandina çek, bêdengker û teqemeniyan a navendên bajaran, bi taybetî Heleb, Hims û Şamê, kiriye.
Şêwirmendê ewlehiyê yê Îraqî Elî el-Seîdî diyar dike ku DAIŞ li Çiyayên Hemrînê û li ser rêyên girîng ji nû ve ketiye tevgerê.
Rayedar nîgeran in ku depoyên çekan ên ku hêzên Esed li pey xwe hiştine, bikevin destê DAIŞê û ev çek bo Îraqê werin veguhestin.