2 endamên DAIŞê yên Iraqî hatin desteserkirin

Tirkiye: 2 endamên DAIŞê yên Iraqî hatin desteserkirin

23.06.2022, Per - 09:34

2 endamên DAIŞê yên Iraqî hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Kirikkale yê Tirkiyê di operasyonekê de 2 endamên DAIŞê yên Iraqî hatin destserkirin ku li Sûriyê û Iraqê tevlî çalakî û xebatên wê rêxistinê bûne.

Parêzgariya Kirikkaleyê roja Çarşembiyê 22ê Hezîrana 2022an di daxuyaniyekê de ragihandiye ku hêzên ewlekariyê yên wî welatî di çarçoveya rûbirûbûna rêxistina DAIŞê de li çend navnîşanên bajêr li dijî endamên DAIŞê dest bi operasyonekê kirine.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di operasyonê de 2 endamên DAIŞê hatine desteserkirin.

Li gor parêzgariya Kirikkaleyê, ew du endamên DAIŞê yên desteserkirî Iraqî ne û pêştir li Sûriyê û Iraqê tevlî çalakî û xebatên wê rêxistinê bûne.

Nasnameya wan herdu kesan nehatiye aşkerekirin û nehatiye diyarkirin ku ew li Iraqê xelkê kîjan bajarî ne.

Hat ragihandin kesên destserkirî piştî karûbarên îfadeyê bo dadgehê hatine şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 420 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:07:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x