AK Partî: Biryara rawestandina geştan bo Silêmaniyê ji ber PKKê ye

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik ragihand ku biryara rawestandina geştên asmanî ji Tirkiyê bo Silêmaniyê ji ber PKKê bûye.

06.04.2023, Per - 08:06

AK Partî: Biryara rawestandina geştan bo Silêmaniyê ji ber PKKê ye
Nuçe Belav bike

Êvara roja Çarşemê 5ê Nîsana 2023an Berdevkê AKPê Omer Çelik di civîneke çapemeniyê de got, biryara rawestandina geştên esmanî bo Firokexaneya Silêmaniyê ji ber zêdebûna çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û roja 3ê Temûzê dûbare biryarê dinirxînin û eger mijar hat çareserkirin careke din geşt destpê dikin.

Di demekê de ku ji roja Duşemê ve geştên esmanî yên navbera Silêmaniyê û firokexaneyên Tirkiyê hatine rawestandin û roja Çarşemê Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku sedem PKK ye, êvara roja Çarşemê AKPê jî helwêsta xwe derbarê mijarê de nîşan da.

Berdevkê AKPê Omer Çelik di civîneke çapemeniyê de got: “Li navçeya Silêmaniyê çalakiyên rêxistina terorîst zêde bûne. Ev ji bo asayîşa firînê metirsî ye, hevdem rewşeke wiha çêdike ku li ba me nayê qebûlkirin. Bi nerîna min ev biryar heta 3ê Temûzê berdewam dibe. Roja 3ê Temûzê Tirkiye biryarê careke din dinirxîne û eger heta 3ê Temûzê mijar bê çareserkirin, wê demê geşt destpê dikin.”

Şeva Duşemê 3ê Nîsana 2023an Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Hindirîn Hîwa Muftî got: “Demjimêr 7:00ê êvara îro ji aliyê Kompanyeya Turkish Airlines ve hatin agahdarkirin ku ew geştên bo Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê û demjimêr 10ê şevê bû, heta dawiya mehê rawestandine, ew geştên din ku çarê berê sibehê bû heta 5ê vê mehê tên rawestandin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x