Akşener: Kiliçdaroglu dikare bi HDPê re hevdîtinê bike

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, ku li dijî beşdariya HDPê bo Hevpeymaniya Millet bû got: “Kiliçdaroglu di çarçoveya hilbijartinên serokkomariyê de serdana hemû partiyan dike. Helbet weke berbijêrê serokkomariyê dikare bi HDPê re hevdîtinê bike.”

19.03.2023, Paz - 13:35

Akşener: Kiliçdaroglu dikare bi HDPê re hevdîtinê bike
Nuçe Belav bike

Meral Akşener, di bernameyeke televîzyonî de derbarê rojeva Tirkiyê û hilbijartinan de bersiva pirsan da.

Akşener, pêştir jî gotibû “CHP dikare bi HDPê re hevdîtinê bike, lê nikare bîne maseya ku em lê ne” dubare derbarê hevdîtinên ligel HDPê axivî.

Akşener got “Kilicdaroglu tenê serdana HDPê nake, serdana hemû partiyan dike. Ji ber wê, pirsgirêk nîne ku weke berbijêrê serokkomariyê hevdîtin bêne kirin. Kurd an Tirk ji kîjan nîjadî dibe bila bibe hemû welatiyên pile yek ên vî welatî ne. Taybetiya herî mezin a mirovên vî welatî nasnameya wan e. Destûra vî welatî dest nade sazî û dezgehan, dest dide welatiyan.”

Hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê yên Tirkiyê dê 14ê Gulana 2023ê bêne kirin. Berbijêrê serokkomariyê Kiliçdaroglu dê roja Şemiyê 18ê Adarê serdana HDPê bikira, lê serdan ji aliyê HDPê ve hatibû paşxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 355 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:54:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x