Rexistina Leborîna Navdewletî bi daxuyaniyekê dilgiraniyên xwe ji ber yasaya “Belavkirina Zanyariyên Şaş” ku berî niha 10 rojan ji aliyê Parlamantoya Tirkiyeyê ve hatibû qebûlkirin, ragihand.
Rexistina Leborîna Navdewletî diyar dike ku ev yasa li ser azadiya derbirîn û axaftinê gefeke mezin e û hikûmeta Tirkiyeyê li şûna vê yasayê, divê derfetên ku herkes bikaribin bigihin zanyariyên ewle, bêalî û biqedir ava bike, ji ber wê jî ew banga hilweşandina vê yasayê li hikûmetê kir.
Rexistina Leborîna Navdewletî heriwha di daxuyaniya xwe de diyar jî dike, hikûmeta Tirkiyeyê ji sedî 90ê medyaya welatê xwe kontrol dike.
Li Tirkiyeyê piştî pejirandina yasaya nû ya derbarê medyayê de, gelek karvedan û nîqaş ji aliyê opozîsyon û komeleyên rojnamevanan li piştî xwe anîn û opozîsyonê jî ji bo hilweşandina vê yasayê, serî li dadgeha bilind da.