Asta deryayê bilind bû; Li kolanên Îskenderûnê lehî rabû

Ji ber erdhejên ku li Mereşê pêk hatin û bandor li 10 parêzgehên din jî kir, li Hatayê navçeya Îskenderûnê asta behrê bilind bû. Piştî ku rê, meydan û kargehên li ser rêya peravê di bin avê de man, kargeh û avahiyên li bulvarê hatin valakirin.

08.02.2023, Çar - 13:48

Asta deryayê bilind bû; Li kolanên Îskenderûnê lehî rabû
Nuçe Belav bike

Piştî du erdhejên mezin ku navendên wan li du navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, li ser rêya peravê ya Taxa Çayê ya navçeya Îskenderûna Hatayê asta behrê bilind bû û ava deryayê ber bi Bulvara Mete Aslan ve herikî.

Ava ku li ser peravê ji ser asta deryayê derbas bû, ji bulvarê derbas bû û berê xwe da kuçe û kolanan.

Ji ber bilindbûna behrê cih, bank û kargehên li bulvarê hatin valakirin. Şêniyên navçeyê ku piştî erdhejê derketibûn kolanan, ji ber bilindbûna asta ava deryayê û herwiha kuçe û kolanên ku di bin avê de man, matmayî man.

Li gor nûçeya DHAyê, asta ava deryayê piştî ku 55 saet di ser rûdana erdhejê re derbas bûn jî paşve neçû.

Hem ji ber xetera erdhejê hem jî ji ber lehiya deryayê malên li peravê hatin valakirin.

Qaymeqamtiya Îskenderûnê derbarê şert û mercên neyînî yên ji ber bilindbûna asta deryayê de hişyarî da û daxwaz ji welatiyan kir ku nekevin malên di erdhejê de zirar dîtine.

Şêniyên navçeyê piştî karesata erdhejê, hewl didin ku li parkan an jî bazarên gitştî bicih bibin heta ku rewş asayî dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 599 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:38:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x