Pakêta înfazê derneket, ma payîzê

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ragihand, “Desthilatê (AK Partî) got ku guherînên di pakêta înfazê de mane payîzê.”

29.05.2025, Per - 10:29

Pakêta înfazê derneket, ma payîzê
Nuçe Belav bike

Bi pêvajoya çareseriyê ya nû re pakêta înfazê di navbera DEM Partî û AK Partiyê de tê nirxandin.

Di pakêta înfazê de hûrgiliyên wekî “Gelo dê kî were berdan, gelo girtiyên siyasî dê bên berdan an na?” tên nîqaşkirin.

Dihat texmînkirin ku Pakêta 10emîn a Dadweriyê ya ku sererastkirinên înfazê dihewîne beriya cejnê bibe yasa lê Sezaî Temellî diyar kir ku ev pêk nayê.

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî şeva borî beşdarî bernameya Îlke TVyê bû û li ser mijarê axivî.

“Tenê dê girtiyên nexweş hebin”

Temellî diyar kir ku pakêt maye payîzê û anî zimên:

"Di pêşniyara ku dê were de tenê dê girtiyên nexweş hebin.

Hinek guherînên yasaya înfazê yên ku raya giştî li bendê bûn mixabin neçûn serî.

Desthilatê got ku analîza bandorê nehatiye kirin û ji ber wê sedemê guherîn mane payîzê.”

Heyeteke ku hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakırhan pêşengiya wê dikir doh li Meclisê bi AK Partiyê re civiya.

Heyeta DEM Partiyê berê jî MHP û CHP jî di nav de bi gelek aliyên siyasî re civiyabû.

“Hawîrdoreke çêtir ê avakar heye”

Temelî diyar kir ku di van hevdîtinên de hem “nêrînên cuda” hem jî “qadên ku dibe li ser wan lihevkirin çêbibe” hene û li pey çû:

“Ti sernavê ku bibêjin li serê nayê lihevkirin nîne, ev kêfxweşiyê dide.

Li ser şêwazê lihevkirinê û gavan pêwîstî bi demê heye. Dibe ku piştî demeke pir dirêj behsa lihevkirineke ev qasî berfireh were kirin û ev pir girîng e.

Di pêvajoya çareseriyê de vê carê hawîrdoreke çêtir ê avakar heye."

Civîna bi AK Partiyê re

Sezaî Temellî destnîşan kir ku civîna wan û AK Partiyê nêzîkî 2 saet û 20 xulekî ajotiye û biland:

“Ev yek bû sedema şîroveyên cihê cihê yên bi rengê ‘Gelo li hundir krîzek heye, çima ev civîn ew qasî dirêj bû?’

Bila ez zû bibêjim li hundir krîzek nebû. Bi rastî mîna hemû civînên me yên din ev jî di hawîrdoreke dilpak de derbas bû.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 149 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:41:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x