Bahçelî li ser Ocalan axivî: Ez li ser soza xwe me

Devlet Bahçelî ducare bangî Abdullah Ocalan kir û got, “Ez li ser soza xwe me.”

05.11.2024, Sal - 16:31

Bahçelî li ser Ocalan axivî: Ez li ser soza xwe me
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn gotibû bila Abdullah Ocalan li Parlamantoya Tirkiyeyê biaxive û bêje ku wî PKK tesfiye kiriye.

Devlet Bahçelî di civîna îro ya partiya xwe de dîsa behsa mijarê kir.

Bahçelî got ku eger Ocalan dê tesfiyekirina PKKyê ragihinîne bila li Koma DEM Partiyê biaxive û got:

“Ez li ser soza xwe me, ez di teklîfa xwe de israr dikim. Dê ji wan qehrên ku hatine kişandin gelek îtimal derkevin.

Ji bo mana dewletê, refeha gel pêdivî bi hemleyên durist û himbêzker heye. Divê em biratiya xwe ya hezar salî qewîn bikin.

Deynê stûyê me ye ku em Tirkiyeyê di navbera bahozên herêmî û cîhanî de ji bahozan biparêzin.

Himbêzkirina Kurdan heqîqet e têkoşîna bi terorê re bingeh e.

Ti mihraq nikarin bikevin navbera me û birayên me yên Kurd.”

Bahçelî di axaftina xwe de bangî DEM Partiyê jî kir û got:

“Divê DEM Partî sekna xwe zelal bike û diyar bike bê ma dê mesafeyê bixe navbera xwe û terorê.”

“Yekane vebijêrka me Erdogan e”

Li gorî yasayên heyî Recep Tayyîp Erdogan careke din nikare bibe namzedê serokkomariyê.

Bahçelî amaje pê kir, ji bo ku Erdogan bibe namzed ew dikarin makezagonê biguherin û got:

“Eger dê Tirkiye bigihe lûtkeya hedariya aborî û siyasî ma serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan ne vebijêrka herî baş e?

Ma dê sererastkirina pêwîst a di makezagonê de ne peywira me be?

Recep Tayyîp Erdogan temînat e, dildarê gel e. Li gorî me, bi zanîbûn û daneheva xwe yekane vebijêrk e.”

“Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan nîne”

Devlet Bahçelî ducare got, “Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan nîne.

MHP destûrê nade yên ku birayên me yên Kurd wekî pirsgirêkê dibînin.

Ma heta niha heqê ti birayê min ê Kurd hatiye xwarin? Bijî biratiya me û gelê me. Dewleta me sax be.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

“Divê li benda pêvajoya hiqûqê bin”

Bahçelî îdia kir ku pêwendiyan serokên van şaredariyan bi PKKyê re heye û got, “Divê serokên şaredariyan ên ku ji kar hatine dûrxistin bi awayekî bisebir li benda pêvajoya hiqûqê bin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 138 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:57:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x