Civîna sêalî ya Fînlanda-Swêd-Tirkiyê hat betalkirin

Civîna mekanîzmaya sêalî ya di navbera Swêd-Fînlanda-Tirkiyê ya derbarê endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê de hat paşxistin ku biryar bû di Sibatê de bê kirin.

25.01.2023, Çar - 05:43

Civîna sêalî ya Fînlanda-Swêd-Tirkiyê hat betalkirin
Nuçe Belav bike

Televîzyona Fermî ya Tirkiyê TRT, roja Sêşemê 24ê Çileya 2023an di nûçeyeke xwe de ragihandiye ku Civîna mekanîzmaya sêalî ya di navbera Swêd-Fînlanda-Tirkiyê ya derbarê endamtiya Swêd û Fînlandayê ya bo NATOyê de, li ser daxwaza Tirkiyê bo demek nediyar hatiye paşxistin. Biryar bû ew civîn di Sibata îsal de li Brukselê bê kirin lê di nûçeya TRTê de tê gotin “Çavkaniyên dîplomatîk ragihandibe ku li ser daxwaza Enqerê Civîna mekanîzmaya sêalî ya di navbera Swêd-Fînlanda-Tirkiyê de bo demek piştre hatiye paşxistin.”

Wezîrê Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto jî di hevpeyvîneke xwe ya ligel ajansa nûçeyan ya Reutersê de ragihandibû pêdivî bi wê yekê heye ku ew çend heftiyan navberê bidin hevdîtînên ligel Tirkiyê yên derbarê NATOyê de.”

Ev biryara Tirkiyê di demekê de ye, di çend rojên borî li Swêdê çend çalakiyên li dijî Tirkiyê hatin kirin û berpirsên Tirkiyê li ser van çalakiyan nerazîbûna xwe anîn ziman.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Dûşemê 23ê Çileya 2023an de piştî çalakiya sotina Quranê li pêşiya avahiya Balyozxene Swêdê ya Tirkiyê got: “Ew kesên rê dane ku li ber deriyê bolyozxaneya welatê me şerpezetiyek wiha pêk bê, derbarê serlêdana endamtiya NATOyê de êdî bila ji me ne li benda xêrekê bin û ev eşkere ye. Bila li qusurê nenêrin. Me destpêkê got. Hûn dê rê bidin ku rêxistinên terorî bi asanî li, kolan û caddeyên we tevbigerin û piştre jî ji me derbarê beşdarbûna NATOyê de li benda piştevaniyê bin. Tiştek wiha nîne. Ji me ne li benda piştevaniyek wiha bin. Madem hûn ewqas ji rêxistinên terorî û dijminên îslamê hez dikin û wan diparêzin, wê demê ez pêşniyarê li we dikim ku beravaniya welatê xwe jî radestî wan bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 354 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:47:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x