Demirtaş li ser pankarta Komeleya Nîjadperestên Tirk gilî kir

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku niha girtiye derbarê Serokatiya Navçeya Çukurova ya Komeleya Nîjadperestên Tirk (Ulku Ocaklari) de ku pankarta “Selahattin Demirtaş terorîst e.” daliqandiye, gilî tomar kir.

30.12.2022, Cum - 05:40

Demirtaş li ser pankarta Komeleya Nîjadperestên Tirk gilî kir
Nuçe Belav bike

Parêzerên Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ragihandine ku derbarê pankarta li navçeya Çukurovayê ya ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê ve de ji ber nivîsa hatiye daliqandin li Serdozgeriya Komarê ya Edenê gilî tomarkirine.

Parêzeran di serlêdana xwe de daxwaz kirine ku pankart bê daxistin û derbarê wan kesên ku bi vî awayî heqaret û sûc kirine de lêpirsîn bê destpêkirin û di encama darizandinê de bên cezakirin.

Komeleya Nîjadperestên Tirk li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ser bi Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) e û bi kiryarên xwe yên neyasayî tê naskirin ku gelek caran dijî kesayetî û hêzên demokrat û Kurd êrîşên wan jî çêbûne. Herwiha ev demeke li Ewropa û gelek welatên din jî bi kiryarên xwe ketine rojevê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:56:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x