Erdogan bo mexdûrên erdhejê şertê bikaranîna deng eşkere kir

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê erdhejê de got: “Mafê mexdûrên erdhejê heye, ku gilî û gazinan bikin. Eşa wan êşa me ye.”

15.03.2023, Çar - 12:29

Erdogan bo mexdûrên erdhejê şertê bikaranîna deng eşkere kir
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 15ê Adara 2023ê di Civîna Koma AKPê ya Parlamentoya Tirkiyê de axivî.

Recep Tayyip Erdogan di axavtina xwe de bang li welatiyên Ii herêmên erdhejê kir ku ji bo bikaranîna mafê demokratîk ê dengdanê navnîşanên xwe yên fermî veguhêzînin cihên nû.

Erdogan got: “Me ji bo çêkirina avahiyan plan kiriye û dê di nav salekê de bo mexdûrên erdhejê 319 hezar xaniyan çêkin û bi tevahî jî dê 650 hezar xaniyan çêkin.”

Erdogan herwiha dibêje, dê li Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê 27 Adarê li dibistanan perwerde destpê bike.

Serokomarê Tirkiyê dibêje: “Ji bo welatiyên me yên li herêmên erdhejê di hilbijartinên 14ê Gulanê de bikaribin deng bikar bînin, gerek mal, beşên navxwe, mêvanxane, cihên civakî, otel, malên mamosteyan an cihekî din bê cudahî divê navnîşanên xwe yên niştecîbûnê bo wan deran veguhêzin. Divê nûjenkirina navnîşanê bi rêya dewleta elektronîk û saziyên nifûsê heta roja Înê 17ê Adarê bi şev bê temamkirin. Kesên li herêmên erdhejê ji derveyî malên xwe, li bajarên çadirî, konteyner, cihên civakî û li cihên din dijîn, divê bi heman awayî navnîşanên xwe yên fermî veguhêzînin wan deran.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:19:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x