Erdogan: Em operasyoneke ku civaka navdewletî jê fehm neke, nakin

Serokkomarê Tirkiye berî civîna lûtkeya NATOyê behsa operasyoneke bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de kir lê piştî civîna NATOyê di bersiva pirseke derbarê wê operasyonê de Erdogan destnîşan kir, ew operasyoneke ku civaka navdewletî jê fehm neke nakin.

01.07.2022, Cum - 06:37

Erdogan: Em operasyoneke ku civaka navdewletî jê fehm neke, nakin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan di civîna çapemniyê ya li Îspanyayê de ragihand, Swêdê soz daye ku 73 terorîstên li welatê xwe radestî Tirkiye bike û got: “ Me derbarê astengkirina propgandeyên terorê yên dijî Tirkiye tên kirin, garantiyên zelal, saxlem, şênber wergirtin.” Li ser pirseke derbarê operasyona bo ser Rojavayê Kurdistan û Sûriye jî Erdogan got, “Em operasyoneke ku civaka navdewletî jê fehm neke nakin.”

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan ku di çarçoveya lûtkeya NATOyê de li Madrîda Paytexta Îspanyayê îro 30ê Hezîranaa 2022ê civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê navereoka civînên ligel serokên welatên endamên hevpeymaniya NATOyê axivî.

Erdogan, rêkeftina sê alî ya di navbera Swêd-Fînlanda û Tirkiye ya ji bo qebûlkirina endamtiya Swêd û Fînlandê di nav hevpeymaniya NATOyê de weke destkeftekê bo welatê xwe bi nav kir û got: “Bê guman ev rêkeftin, bo Tirkiye û miletê me piştî proseya zehmet a gotûbêjan, serkeftineke dîplomatîk e ku hatiye bidestxistin. Bi rêkeftina sê alî Tirkiye dê di rûbirûbûna ligel PKKê û aliyên bi wê re peywendîdar, hevkariyeke temam bike.”

Recep Tayîp Erdogan ragihand bi rêkeftina sê alî Swêd û Fînlandê ji wan re dûpat kiriye ku li welatê wan bi ti awayî çavkaniyên darayî bo Tevgera Gulen û rêxistinên terorî nayên dabîn kirin û got: “Ev sozeke Swêd û Fînlandayê ye ku ew rûbirûbûna xwe ya terorê û polîtîkayên xwe yên pîşesaziya berevaniyê careke din di be çavan re derbas bikin. Divê derbarê radestkirina tohmetbarên terorê de pêngavên berçav biavêjin û di asta dualî de hinek sererastkirin bêne kirin.”

Erdogan got, “Swêdê soz daye ku 73 terorîstên li welatê xwe radestî Tirkiye bike, kar û xebatên PKKê û aliyên bi wê re peywendîdar îên dabînkirina alîkariyan û komkirina endaman bên qedexekirin û radestkirin. Me derbarê astengkirina propgandeyên terorê yên dijî Tirkiye tên kirin, garantiyên zelal, saxlem, şênber wergirtin. Ji bo şopandina van pêngavan jî biryar hatiye dayîn ku mekanîzmayeke hevbeş û daîmî bi beşdariya saziyên îstixbarat, dad û ewlehiyê bê pêkanîn.”

Serokkomarê Tirkiye berî civîna lûtkeya NATOyê behsa operasyoneke bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de kir lê piştî civîna NATOyê di bersiva pirseke derbarê wê operasyonê de Erdogan destnîşan kir, ew operasyoneke ku civaka navdewletî jê fehm neke nakin.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan anî ziman, “Em operasyoneke ku civaka navdewletî jê fehm neke nakin. Em bi zimanê ku civaka navdawletî têdigehe û operasyonên ku ew jê fam dikin pêk tînin. Tirkiye di vî warî de xwedî tecrubeyên gelekî baş e. Bila ti nîgeraniyeke we nebe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:16:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x