Hakan Fîdan û şandeke opozîsyona Sûriyê li Enqereyê civiyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi şandeke opozîsyona Sûriyê re civiya û rewşa dawî ya li qada Sûriyeyê û pêvajoya çareseriya siyasî gotûbêj kirin.

04.10.2023, Çar - 10:58

Hakan Fîdan û şandeke opozîsyona Sûriyê li Enqereyê civiyan
Nuçe Belav bike

Hakan Fîdan li wezaretê pêşwazî li Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Hadî El-Behra, Serokê Desteya Danûstandinan Bedir Camûs û Serokê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî Ebdulrehman Mistefa kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hûrgiliyên hevdîtinê nehatin bidestxistin, lê di nûçeya NTV'yê de hat diyarkirin ku rewşa dawî ya li qada Sûriyeyê û pêvajoya çareseriya siyasî, bi taybet komîta nivîsandina destûrê hatin nirxandin.

Ji aliyê xwe ve Desteya Ragihandinê ya Îtîlafê di daxuyaniyekê de ragihand, Fîdan û şanda opozîsyonê pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê, êş û azarên xelkê li Sûriyê, rewşa penaberan li Tirkiyê û cîhanê, têkçûna proseya siyasî li Cinêvê û awayên aktîfkirinê wê û rewşa Bakurê Sûriyê jî hate gotûbêj kirin.”

Desteya ragihandinê diyar kir, şandeyê tekezî li ser pêwîstiya başkirina rewşa aborî li bakurê Sûriyê û giringiya bilindkirina karînên hikûmeta demkî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke, û dirustkirina rewşeke ewle gotûbêj kirin, ji bo ku aramî peyda bibe û derfetên kar û veberhênanê bên afirandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 782 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:36:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x