Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 ku navenda wê bajarê Mereşê bû û li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, her wiha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye bi bandor bû, li dû xwe bi hezaran mirî û birîndar hîştin.
Li ser medyaya civakî hin dîmenên hatin belavkirin ku tê de 3 kesên mirî hene, hat îdîdakirin ku ew 3 kes li Defne ya Hatayê bi hinceta ku "talankarî" kirine û kelûpelên malan dizî ne bi lêdanê hatine kuştin.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de diyar dibe 3 kesên ku rastî îşkenceyê hatine, li erdê radizên.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên ku navenda wê Mereş bû, di dîmenên ku li Hatayê hatine girtin de 3 kesên ku "talankar" hatin binavkirin, bi kemberan li wan xistin.
Piştî erdhejê li ser medyaya civakî dîmenên bi heman rengî yên lîncê derketin holê.
Derbarê mijarê de heta niha ji aliyê rayedarên fermî ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.