Hunermend Şêrwan Ebdula li Tirkiyê winda bûye

Hunermendên navdar ê kurd Şêrwan Ebdula li Tirkiyê winda bûye û kesûkarên wî jî daxwaza alîkariyê li hemû Kurdistaniyan dikin.

04.09.2023, Pts - 09:11

Hunermend Şêrwan Ebdula li Tirkiyê winda bûye
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên berdest, çend roje Şêrwan Ebdula li Tirkiyê winda bûye û kesûkarên wî jî ji bo dîtin û çareseriya wî daxwaza alîkariyê dikin.

Kesûkarên Şêrwan Ebdula peyamek vê derbarê de belav kirin û diyar kirin: ‘’Em wek kesûkarên Şêrwan Ebdula ne û li Tirkiyê diyar nemaye. Em daxwaz dikin ji bo dîtina wî hewkariya me bikin. Ev çend roje li Tirkiyê winda ye. Sedem jî hunermend Şêrwan Ebdula xwest xwe bigehîne Ewrupa, lê li gel hevalên xwe hatine girtin û ji bo girtîgeheke Tirkiyê birine, lê di dema lêkolîna li gel de ji bo ku neyê dersînor kirin, xwe wek hemwelatiyê Îranê nasandiye.’’

Kesûkarên Şêrwan Ebdula daxwaz dikin: ‘’Daxwaz li hemû Kurdistaniyan dikin hewkarê me bin ji bo dîtina hunermend Şêrwan, ku tenê ne kurê me ye, mulkê hemûyane û dîtina wî jî erkê me hemûyan e.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:29:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x