Îsraîlê bangî welatiyên xwe kir: Tirkiyeyê demildest terk bikin!

Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê bangî welatiyên xwe kir ku neçin Tirkiyeyê.

18.10.2023, Çar - 07:09

Îsraîlê bangî welatiyên xwe kir: Tirkiyeyê demildest terk bikin!
Nuçe Belav bike

Piştî êrişa Îsraîlê ya li Xezeyê hişyariyên ji bo welatiyên Îsraîlê zêde bûn.

Li gorî rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê, bang li Îsraîliyên li Tirkiyeyê hat kirin ku “Tirkiyeyê demildest terk bikin.”

Artêşa Îsraîlê, îşev êrişî Nexweşxaneya El-Mamedaniyê ya li Xezeyê kir.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin.

Piştî vê bûyerê li seranserê Filistînê “3 roj şîn” hat ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:26:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x