Ji Erdogan daxuyaniya Zaxoyê

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê got, “Êrîşa Duhokê wek êrîşên berê yên PKKê bû.

26.07.2022, Sal - 06:15

Ji Erdogan daxuyaniya Zaxoyê
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê got, “Êrîşa Duhokê wek êrîşên berê yên PKKê bû. Me ev yek ji birayên xwe yên li Iraqê re gotin. Agahdar bin ji daxuyaniyên ku hûn didin. Em nikarin li hember hevalên xwe tiştekî wiha bikin lê ev yek ji çalakiyên asayî yên rêxistinên terorê ye. Armanc xirabkirina peywendiyên Tirkiye û Iraqê ye.”

Serokkomar Recep Tayîp Erdogan di weşaneke taybet a kanala fermî ya Tirkiyê de bersiva pirsên li ser rojevê da.

Topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê

Erdogan li ser pirsa topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê ya 20ê Tîrmehê ku di encamê da 9 sivîlan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 30 sivîl jî birîndar bûn got, “Ev dişibe çalakiyên asayî yên terorî yên PKK/YPG-PYDê. Em ne xerîbê vê yekê ne. Me ji Amerîkiyan re û ji Rûsyayê re jî got, binêrin, wisa ye, neyên xapandin. Me ev yek ji dostên xwe yên Iraqî re jî gotin.”

Erdogan anî ziman, “Em nikarin li hember hevalên xwe tiştekî wiha bikin lê ev yek ji çalakiyên asayî yên rêxistinên terorê ye. Armanc xirabkirina peywendiyên baş ên Tirkiye û Iraqê ye. Li ser vekişîna Iraqê ji turnuvaya Konyayê daxuyanî dane, ez ber ketim. Divê Iraq gaveke wiha neavêje. Min ji hevalan re jî got. Têkiliyê daynin, bila daxuyaniyê vekişînin. Ez ji bo kesên li Iraqê canê xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji malbatên wan re jî sersaxiyê dixwazim.”

Operasyona muhtemel a ser Rojavayê Kurdistanê

Erdogan di derbarê operasyona muhtemel a ser Rojavayê Kurdistanê jî got, “Rojhilatê Firatê hîn jî di nava aloziyê de ye. Mixabin, li vir nêzîkatiyên neyînî yên Amerîkayê hene. Weke çawa ku min di hevdîtinên Madrîdê de ev tişt got, min li Tehranê jî teqezî li ser vekişîna Amerîkayê ji rojhilatê Firatê kir.”

Erdogan her wiha anî ziman, “Amerîkayê bi hezaran barhilgir çek, cebilxane û alav li wir kom kirine û hîn jî berdewam e di komkirinê de. Me ev ji Trump re gotibû, me ji Biden re jî got lê dîsa jî gaveke erênî nehatiye avêtin. Em ji xwe dest nadin (êrîşkirin) kesên ku dest nedin me.”

Erdogan li ser peyama sersaxiyê ya Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji bo Cîgira Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif a ku 22ê Tîrmehê di êrîşa droneke Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê de canê xwe ji dest dabû got, “Dibe ku di civîna meha Îlonê de derfeta me ya hevdîtinê bi Biden re hebe, em ê van tiştan bidin ber wan.”

Erdogan li ser vegerandina Sûriyan anî ziman, “Me bername daniye ku li Bakurê Sûriyê 250 hezar xaniyan ava bikin. Di bin koordînasyona AFADê de bi tevlîbûna rêxistinên me yên sivîl heta niha me nêzîkî 100 hezar xanî temam kirine û berdewam dike. Niha em ê dest bi projeyeke nû bikin. Em dibêjin, divê em vegera penaberan zêde bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 393 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:33:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x