Ji xwendekarên dersa Kurdî hilbijêrin re tablet û pirtûk tên dayîn

Kelecana dersên bijarte yên Kurdî di nava saziyên sivîl de jî berdewam dike. Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê biryar girt ku li zarokên ku Kurdî hilbijartine herî kêm 500 tabletan diyarî bike. Navenda firotina Pirtûkên Kurdî jî ji bo wan zarokan kampanyaya pirtûkan da destpêkirin. Armanca vê navendê ew e ku 50 hezar pirtûkan berhev bikin û li polên Kurdî belav bikin.

21.01.2023, Cts - 19:07

Ji xwendekarên dersa Kurdî hilbijêrin re tablet û pirtûk tên dayîn
Nuçe Belav bike

Kelecana dersên bijarte yên Kurdî ne tenê di nava zarokan de, li weşanxaneyên Kurdî jî zêde bûye. Nexasim jî li Pirtûka Kurdî ku yekemîn navenda firotina pirtûkan e.

Pirtûka Kurdî ji bo zarokên ku dersên bijarte Kurmancî û Zazakî hilbijartine kampanyaya berhevkirina pirtûkan da destpêkirin. Ew dixwazin 50 hezar pirtûkên Kurdî ji bo zarokan berhev bikin û li wan polên Kurdî belav bikin.

Berpirsê Pirtûka Kurdî Sebîh Yoldaş jî got: “Banga me weke Pirtûka Kurdî ew e hemû miletê kurd piştgirî bide vê kampanyayê û van pirtûkan bigihînin zarokên kurdan.”

Kampanyayeke din ji bo zarokên ku dersên Kurdî hildibijêrin jî ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ve hate destpêkirin. Odeya bazirganiyê par li 130 zarokan tablet belav kiribû. Odeyê îsal jî biryar da ku li zarokên ku kurdî hilbijartine û dikarin bi kurdî çîrokek binivisînin herî kêm 500 tabletan diyarî bikin.

Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Faruk Korkmaz jî got: “Îsal bi qasî 200 tablet dê Meclisa Odeyê bide xwendekaran bi qasî 300 tablet jî dê karsaz bidin. Li derdora me karsazên me, dost û hevalên me soz dane ku van tabletan bidin. Em çiqas bikaribin vê hejmarê zêde bikin ewqas dê çêtir be ji bo teşwîqkirina hilbijartina dersên zimanê kurdî.”

Par piştî kampanyaya dersên bijarte li gorî amarên fermî 20 hezar zarokan dersên kurmancî û zazakî hilbijartibûn. Kesên ku piştgirî didin kampanyaya dersên bijarte li bendê ne ku îsal ev hejmar ji par zêdetir be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:25:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x