Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro bi serokatiya Erdogan dicive

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro piştî nîvro demjimêr 15:00 bi serokatiya serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan dicive.

24.10.2022, Pts - 09:01

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro bi serokatiya Erdogan dicive
Nuçe Belav bike

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê, îro Duşembê 24ê Cotmeha 2022an bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê kom dibe. Di rojeva kabîneya hikûmeta Tirkiyê de rewşa aborî û siyaseta hundir û derve ya Tirkiyê heye.

Di civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê de dê rewşa aborî û tedbîrên li dijî enflasyonê, siyaseta hundir û derve ya Tirkiyê, aloziyên ligel Yunanîstanê û operasyonên serbazî bên nirxandin û

Herwiha tê çaverêkirin di civîna kabîneyê de guhertinên ku dê destûrê de bên kirin jî werin nirxandin.

Erdogan dê piştî civîna kabîneyê konferanseke rojnamevaniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:02:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x