Li 33 bajaran operasyona DAIŞê: Gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî di nav de ne

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, îro li 33 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tohmeta endamtiya DAIŞê 147 kes desteser kirin.

08.02.2024, Per - 12:31

Li 33 bajaran operasyona DAIŞê: Gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî di nav de ne
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê dîmenên operasyonê belav kirin.

Li gorî daxuyaniya Alî Yerlîkaya, Serokatiya Îstixbaratê û Serokatiya Daîreya Terorê yên Rêveberiya Ewlehiya Giştî li 33 parêzgehan li dijî DAIŞê operasyonên hevbeş kirin.

Yerlîkaya got, “Li 33 parêzgehan 147 kes hatin desteserkirin ku hatiye tesbîtkirin di nav DAIŞê de kar dikin.”

Di operasyonê de li Bakurê Kurdistanê li Amedê 7, li Rihayê 11, li Semsûrê 3, li Çewlîgê 1, li Bedlîsê 1, Xarpêtê 2, li Dîlokê 6, li Kilîsê 6, li Mêrdînê 3 kes hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê jî li Edeneyê 5, li Afyonê 17, li Enqereyê 8, li Antalyayê 3, li Boluyê 4, li Bursayê 2, li Çorumê 3, li Duzceyê 1, li Eskîşehîrê 1, li Stenbolê 2, li Îzmîrê 11, li Karabukê 1, li Qeyseriyê 5, li Kirikkaleyê 1, li Kirşehîrê 6, li Kocaeliyê 3, li Konyayê 4, li Kutahyayê 1, li Manîsayê 9, li Mêrsînê 6, li Muglayê 2, li Sakaryayê 8, li Samsunê 2 û li Yalovayê jî 2 kes hatin desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:08:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x