Îro Şemiyê 11ê Sibata 2023an li navçeya Antakya ser bi bajarê Hatayê tîman piştî erdhejê bi 128 demjimêran, di roja 6emîn a erdhejê de zarokek 2 mehî ji bin kavilên avahiyekê bi saxî derxistin.
Rizgarkirina wê pitika 2 mehî di nav tîmên rizgarkirinê de bû sedema kêfxweşî û kelacaneke zêde. Piştî pişkinên li cihê bûyerê pitika dû mehî bo nexweşxaneyê hat veguhastin.
Bajarê Hatayê yek ji wan 11 parêzgehan e ku erdhejên bi hêza 7.6 û 7.7 ên Mereşê herî zêde zerarên canî û maddî gihandine wê. Herî dawî roja Înê 10ê Sibata 2023an hatibû ragihandin ku li Hatayê zêdeyî 6 hezar û 205 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane û zêdeyî 17 hezar û 823 kes jî birîndar in.
Herwiha zêdeyî 2 hezar û 749 avahî tenê li wî bajarê Tirkiyê hilweşiyane. Li Hatayê kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan berdewam in û amar jî kêlî bi kêlî tên guhertin.