Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, îro 2 kes bi hinceta ku di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bûne hatin desteserkirin.
Li gor medyaya Tirkiyê, Tîmên Reveberiya Ewlekariya Mêrsînê îro 30ê Mijdara 2022an li Mêrsînê operasyonek li dar xistin û bi hinceta ku pêştir “di nav YPGê de cih girtine” welatiyên bi navê N.E. û O.A. desteser kirin.
Di operasyona ku destê sibê destpê kir û 50 polîs beşdar bûn, deriyên malan hatin şikandin û derbasî nav malan bûn.
Li Mêrsînê 25ê Mijdara 2022an jî bi hinceta “propagandaya PKKê” 18 kes hatin desteserkirin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.