Li Parlamentoyê şerê bi boksan: Parlamenterekî ÎYÎ Partî ji serê xwe birîndar bû

Di roja duyem a rûniştinên Parlamentoya Tirkiyê yên li ser reşnivîsa butçeya 2023an, di navbera parlamenterên AKP û ÎYÎ Partiyê de şerê bi boksan derket. Di şer de parlamenterekî ÎYÎ Partî ji serê xwe birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

06.12.2022, Sal - 14:46

Li Parlamentoyê şerê bi boksan: Parlamenterekî ÎYÎ Partî ji serê xwe birîndar bû
Nuçe Belav bike

Ew aloziya doh Duşembê di dema gotûbêjan de çêbû, îro Sêşembê 6ê Kanûna 2023an jî berdewam bû. Dema Parlamenterê ÎYÎ Partî Umit Yilmaz axaftina xwe dikir, nîqaşeke devkî di navbera wî û Wekîlê Serokê Grûpa AKPê Bulent Turan de derket.

Ji ber vê yekê Wekîlê Serokê Parlamentoyê Haydar Akar ku rûniştin birêve dibir, bo dema 10 deqeyan navbera da rûniştinê. Piştre aloziyên li ser vê mijarê zêde bûn. Parlamenterên AKP û ÎYÎ Partiyê bi boksan bi nav hev ketin.

Parlamenterê AKPê yê Bursayê Zafer Işik bi boksan li Parlamenterê ÎYÎ Partî Huseyin Ors da ku pirsgirêka wî ya dil heye, di encam de parlamenterê ÎYÎ Partî ji serê xwe birîndar bû. Parlamenterê birîndar bo nexweşxaneyê hat veguhestin û piştî destêwerdana parlamenterên din, rê li ber aloziyên zêdetir hat girtin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x