Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 5 salan de çend girtiyan canê xwe ji dest da?

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand, di navbera 2018 - 2023yan de, 2 hezar û 258 girtî di girtîgehan canê xwe ji dest daye.

02.12.2023, Cts - 07:12

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 5 salan de çend girtiyan canê xwe ji dest da?
Nuçe Belav bike

Parlamenterê CHPyê yê Aydinê Suleyman Bulbul, têkildarî mirinên li girtîgehê pirsnameyek pêşkêşî perlemanê kir.

Wezîr Tunç pirsnameya Bulbul a derbarê mirinên di girtîgehan de yên ji ber Covid-19ê wiha bersivand:

“Di arşîva wezareta me de, ji bo pirsa ku li parlementoyê hate kirin agahiyeke îstatîstîkî tine ye.”

Bûlbûl di pirsnameya xwe ya din de wiha got:

“Li girtîgehan gelek mirinên bi guman hene. Sedema hinek ji van mirinan wekî xwekujî yan jî rewşa tenduristiyê hatine tomarkirin.

Pêwîst e ev rewş bê lêkolînkirin û derbarê kesên berpirsyar de tişta pêwîst were kirin.

Em dibînin ku bûyer nayên lêkolînkirin û berpirsên wê jî nayê eşkerekirin.”

Bulbul ji Wezîr Tunç pirsî, “Sedema kesên ku di navbera salên 2018 - 2023an de mirine çiye? Di van bûyeran de xemsariya karmendên girtîgehê heye an na, eger hebe hatine cezakirin?”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç wiha bersiv da:

“Di navbera salên 2018 - 2023an de, ji ber sedemên xwezayî 2 hezar û 258 kesan canê xwe ji dest daye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:10:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x