Berdevkê IYI Partiyê û Şêwirmendê Meral Akşener Kurşad Zorlu, doh 1ê Kanûnê li navenda partiya xwe di konferanseke rojnamevanî de got: “Dê Meral Akşener serdana Sûriyê bike û bi Beşar Esed re hevdîtinê bike. Di rojevê de 4 mijarên girîng hene, ku ligel Esed bên axavtin. Em ê banga çareserî û lehevhatinê ya Seroka me ya Giştî bi rêyeke fermî bigihînin Wezareta Derve.”
4 xalên ku Zorlu ragihandin wiha ne:
-Ji bo Sûriyên ku bi neçarî welatê xwe bicî hiştine vegerin welatê xwe alîkariya dabînkirina mercên aborî, civakî û ewlehî.
-Ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyê rawestandina çalakiyên PKK/YPGê û diyarkirina stratejiyeke hevbeş.
-Ji bo jinûve avakirina Sûriyê û vegera wê bo nav civaka navdewletî alîkariya dîplomatîk.
-Helwesteke hevbeş li dijî "rêxistinên terorî yên ji bilî PKK/YPGê" ku li Sûriyê çalak in û li ser ewlehiya Tirkiyê û Sûriyê gef in.
Zorlu herwiha ragihand, ku dê roja Îniyê 2ê Kanûnê yan roja Duşemê 5ê Kanûnê ji bo serdanê bi fermî serî li Wezareta Derve ya Tirkiyê bidin.