Piştî bertekan tabelaya Esat Oktay hat daxistin

Nerazîbûna Kurdan wiha kir ku Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê navê şkencekar Esat Oktay Yildiran ji ser dibistanê rake.

27.12.2023, Çar - 12:39

Piştî bertekan tabelaya Esat Oktay hat daxistin
Nuçe Belav bike

Herwiha eşkere jî bû ku Parlamenterê CHPyê ê Îzmîrê çû seredana hevjîna kujerê bi dehan girtiyên zindana Amedê Esat Oktay Yildiran.

Esat Oktay Yildiran di pêvajoya derbeya 12ê Îlona 1980yî de berpirsê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû û ew piştî darbeya 12ê Îlonê bi şkenceyên xwe yên li girtîgehê navdar bûbû.

Girtîgeha Amedê ji ber şkenceyên Esat Oktay Yildiran, li ser asta cîhanê yek ji girtîgehên herî xirab tê qebûlkirin.

Qeymeqamtiya Bucayê bi dîmenan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku navê "Dibistana Seretayî ya Şehîd Sadik Şen" wekî "Dibistana Seretayî ya Esat Oktay Yildiran" hatiye guhertin.

Herwiha di nav dibistanê de cihekî bibîranînê ji bo Esat Oktay Yildiran hatiye amadekirin.

Piştî belavkirina nûçeyê li ser medyaya civakî bi taybetî di nav Kurdan de gelek nerazîbûn hatin nîşandan.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê piştî nerazîbûnan daxuyaniyek da û got "Ev xeletiyek e ku nayê qebûlkirin."

Bertekên li hemberî navê Esat Oktay Yildiranê wiha kir ku ew navê rakirin û tabelê jî were daxistin.

“Bûye sedema mirina gelek kesan”

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat got:

“Em navlêkirina navê vî şexsî li cihê perwerdeya zarokên xwe şermezar dikin ku wî şkence sedan kesan kiriye û bûye sedema seqetbûn û mirina gelek kesan.

Ev skandal e, nezanîn e, afirandina tundûtîjiyê û rewakirina wê ye.”

“Şeknceyên derveyî mirovayetiyê dikirin”

Derbarê mijarê de Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî got

“Navlêkirina navê Esat Oktay Yildiran li dibistaneke navçeya Bucayê hûn ji kîjan alî ve binêrin aqilane nayê dîtin. Esat Oktay li girtîgeha Amedê di serdema darbeyê de berpirsê mirina bi dehan kesan e.

Ew berpirsê skencekirina derveyî mirovayetiyê ya li hemberî bi sedan kesan e.”

Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê Atilla Sertel çû hevjîna Esat Oktay Yildiran.

Ev seredan 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî pêk hatiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:32:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x